Nihat Kavşut
28 Îlon 2019•Rojanekirin: 29 Îlon 2019
Wezîrê Karên Derva yê Luksemburgê Jean Asselborn destnîşan kir divê Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bona îhtiyacên Sûriyeyên li Tirkiyeyê ji hêla fînansmanê va bibe alîkar.
Asselborn daxuyanî da rojnameya Osnabrucker Zeitungê û der barê polîtîkaya penaberan ya YEyê da axivî.
Jean Asselborn destnîşan kir barê giran yê 3 milyon û nîvek Sûriyeyî li ser milên Tirkiyeyê ye û wiha got: "Divê alîkarî bê dayîn. Loma jî divê Yekîtiya Ewropayê ji bona îhtiyacên Sûriyeyên li Tirkiyeyê ji hêla fînansmanê va bibe alîkar."