Fatih Gazioğlu
28 Îlon 2019•Rojanekirin: 30 Îlon 2019
Kozikên eskerî yên Mihafizên Şoreşa Îranê ku li Elbûkemala navçeya Sûriyeyê ya li ser sînorê Iraqê bi cih bûne, ji aliyê balafirên şer ên aîdiyeta wan ne diyar e va hatin bombebarankirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, kozikên komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan û li navçeya Elbûkemala ser Dêrazora bajarê Sûriyeyê cih bûne duh bi şev hatin bombebarankirin.
Mensubên Mihafizên Şoreşa Îranê li navçeya Elbûkemela ku nêzî sînorê Iraqê ye fermandariya komên terorîst dikin.
Komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan herî zêde li herêmên wek Dêrazorê bi cih bûne.
Rejima Esed mijdara sala 2017an ketibû Dêrazor û qismekî rojavayê bajêr ji dest DEAŞê derxistibûn.
Komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan herî zêde li Dêrazorê bi cih bûne.
Li bajêr herî zêde Erebên sûnî dijîn. Li bajêr komên ku eslê wan Iraq, Libnan û Pakistanî ne ji hêla mensubên Mihafizên Şoreşa Îranê va tên perwerdekirin.