Hat ragihandin, Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji welatên koalîsyonê dixweza ku bila êrîşên xwe yên hewayî yên li ser DÎŞIyê zêdetir bikin.
Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Cabbar Yaver daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Mesûd Barzanî ji bo ku Kobanê nekeve û terorîstên DÎŞIyê jê bên derxistin ji welatên koalîsyonê xwest ku bila êrîşên xwe yên hewayî zêdetir bikin."
Yaver ji bo pirsa "Tê îdiakirin ku Barzanî ji bo pêşmergeyan bişîne Kobanêyê ji Tirkiyeyê destûr xwestiye, gelo ev yek rast e yan na ?" bersiveke net neda û wiha got: "Barzanî bangî hemû welatên ku di nav koalîsyona li dijî DÎŞIyê de ne kir ku bila bi her awayî alîkariya gelê Kobanêyê bikin."
Serokê Dîwana Serokatiya HKIyê Fuad Huseyîn jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku Barzanî ji roja êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobanêyê dest pê kir heta îro li cem gel cih girt û wiha pê de çû: "Barzanî ji civakên navneteweyî xwest ku bila xwe bigihîjînin hewara Kobanêyê. Ji bilî vê jî xwest ku bila hemû alîkariyên mirovahî bigihîjînin penaberên ku xwe spartine Tirkiyeyê. Gelê Kobanêyê di nav şert û mercên xerab de ye. Ji bo vê jî Gelê Kurdistanê û rêveberiya wê li bal brayên xwe yên Rojavayiye."