Nihat Kavşut
07 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2017
SILÊMANÎ
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) destnîşan kir dixwazin pirsgirêkên bi rêvebiriya Bexdayê ra bi rêya diyalogê çareser bikin.
Barzaniyê li Silêmaniyeyê çû serdana mezelê Celal Talebaniyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê Iraqê yê berê li vir daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Em her dem dixwazin pirsgirêkên bi rêvebiriya Bexdayê ra bi rêya diyalogê çareser bikin."
Mesûd Barzanî destnîşan kir ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê dixwazin yekîtiya Herêma Kurdistana Iraqê biparêzin û got em ê her dem ji bo vê hewl bidin.
Wek mayîn Barzanî diyar kir hêvî dike teziyeya ji bona Talebanî bibe wesîle terefên siyasî yên li Herêma Kurdistana Iraqê nêzîkî hev bibin.
Celal Talebaniyê li Almanyayê dihat dermankirin roja sêşemê wefat kiribû û do jî li Silêmaniyê cinazeyê wî hatibû definkirin.