Haydar Şahin
12 Tebax 2020•Rojanekirin: 12 Tebax 2020
Bendera Beyrûdê ya hefteya borî lê teqîneke mezin çêbûbû hefteyekê şûn da qismî hat vekirin.
Raul Nameyê Wezîrê Aboriyê yê hikûmeta berwext a Libnanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku ji 16 vîncên li Bendera Beyrûdê ya zirareke mezin dîtibû 12 heban dest bi xebatê kirin ji bo keştiyên barê xwe daynin an jî barê xwe hildin dest bi xebatê kirin.
- Li Libnanê ji bo 4 mehan stoqa genim heye
Name wekî mayîn got ku genimê wanê biqasî 4 mehan têra welêt bike jî heye.
Name destnîşan kir ku nika 32 hezar ton genimê wan heye, di nav 2 rojan da 110 hezar ton genimê din jî ew ê were Libnanê.
Di dema teqîna li Beyrûdê da sîloyên genim jî zirar dîtibûn, li gor daneyên Wezareta Aboriyê eşkere kirin ji ber teqînê zirara 15 milyar dolarî çêbû.
Meqamên Libnanê diyar kirin ku piştî teqînê herî kêm 170 kes mirin û 30-40 kes winda bûn. Kêmzêde 6 hezar birîndar hene ji wan rewşa 120 kesî giran e û dermankirina wan dewam dike, bi qasî 1500 kesî jî hewcedarê dermankirina taybet in.
- Teqîna li Bendera Beyrûdê
Di 4ê tebaxê da li Bendera Beyrûdê di depoya bi nimareya 12an da şewat derketibû paşê jî teqîneke mezin çêbûbû û bajar hejandibû.