Önder Beyter
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
WASHINGTON
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un wê 12ê hezîranê li gorî dema herêmê di saet 09.00an da li Singapurê werin bal hev.
Sandersê li Qesra Spî di brîfînga rojane ya çapemeniyê da der heqê civîna Trump-kim da daxuyanî da.
Sandersê diyar kir ku amadekariyên civînê pir baş dimeşin û wiha dewam kir, "Serok her roj ji tîma xwe ya ewlekariya neteweyî der heqê Koreya Bakur da brîfîngê distîne. Di vê çarçoveyê da ez dikarim bêjim ku hevdîtina pêşîn (ya di navbera Trump û Kim da) wê 12ê hezîranê li gorî dema herêmê di saet 09.00an da li Singapurê dest pê bike."
Sandersê bersiv da pirsa der heqê nameya ku Kim ji Trump ra şand û wiha got, "Ez ê behsa naveroka nameyê nekim. Lêbelê gotinên di nameyê da nîşanî me dan ku em li ser rêya rast in."
Sandersê herwiha diyar kir ku heya Nîvegirava Koreyê ji nukleerê neyê paqijkirin, astengiyên wan ên li ser vî welatî wê çalak bin.
Serokê Amerîkayê Trump di daxuyaniya xwe ya 1ê hezîranê da ragihandibû ku çawa ku berê nexşeya wê hatibû xêzkirin, ew ê di 12ê hezîranê da li Singapurê bi lîderê Koreya Bakur Kim ra bicive.
Trump li Qesra Spî piştî ku bi rayedarê payebilind ê ji Koreya Bakur Kim Yong-çol ra hatibû cem hev, daxuyaniya navborî dabû.
Trump diyar kiribû ku wî tu wextî îdia nekiriye ku li Singapurê bi tenê di civînekê da her tişt wê were çareserkirin û wiha axivîbû, "Ev pêvajoyek e û jê ra dem divê. Min tu wextî negot ku bi tenê hevdîtinek e. Em vê yekê wekî pêvajoyekê dibînin."