İbrahim Atmaca
04 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
MOSKOVA
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, pêşnûmaya qanûnê ya ku li dijî tengavkirinên muhtemel ên Amerîka û welatên din derfeta dayîna bersivê dide Rûsyayê, îmze kir.
Li gor pêşnûmaya qanûnê ku Pûtîn îmze kir, hikûmet wê bikaribe seba biryarên tengavkirina dijî Rûsyayê ya Amerîka û welatên din, tevdîrê hilde.
Bi qanûnê va di hin qadan da tevkariyên navneteweyî wê bikaribin sînordar bikin an jî hildin asqiyê, her wiha wê bikaribe îdxalat an jî îxracata mal û madeya xam, taybetkirinê û beşdariya îhaleyên dewletê qedexe bike.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di 6ê nîsanê da biryar dabû û 7 olîgarkên Ûris, 12 şirketên ku ev olîgark kontrol dikin, 17 rayedarên hikûmeta Ûris ên payebilind, şirketeke bazirganiya çekan a dewleta Ûris û bankeyeke girêdayî şirketê tevî lîsteya tengavkirinê kiribû.