Haydar Şahin
03 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2020
Elî Rebiiyê Berdevkê Hikûmeta Îranê got Amerîkayê bi kuştina Silêmanî va "ji xeta sor a Îranê derbas bû û ew ê di demeke nêz da bersiveke biryardar hilde."
Rebiiyê Berdevkê Hikûmetê di televizyona dewletê da li ser êrîşa Amerîkayê ya kuştina Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê daxuyanî da.
Rebiî got ku Silêmanî nîşaneya hêza Îranê bû û wiha pê da çû: "Îran hildana heyfa Qasim Silêmanî ji bo parastina xwe û rûmeta xwe wekî heq qebûl dike. Rêber (Ayetullah Elî Xameney) ji me ra gotibû ku em li pey şer nînin. Lêbelê Amerîkayê xeta me ya sor îxlal kir. Bêşik û bêguman ew ê di demeke nêz da bersiveke biryardar hilde."
Rebiî diyar kir ku Amerîkayê ewlehiya neteweyî ya Îranê xiste hedef û wiha axivî: "Em ê derseke wisa bidin Amerîkayê û Trump û hemû serokên wê qet ji bîr nekin."
Pentagonê diyar kiribû ku Silêmanî û Muhendis di êrîşa li nêzî Balafirgeha Bexdayê da hatin kuştin.
Xameney û Serokomar Hesen Rûhanî daxuyanî dabûn û gotibûn ku ew ê "heyfa êrîşê bistînin".