Haydar Şahin
03 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2020
Li Îranê piştî nimêja înê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin, ji ber kuştina Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê gel bertek nîşanî Amerîkayê da.
Li gor televizyona dewletê ya Îranê, piştî nimêja înê ya li Mizgefta Musellayê ya Îmam Xumeynî ya li Tehranê bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê da gel ji ber li Bexdaya paytextê Iraqê bi fuzeyê kuştina Silêmanî bertek nîşanî Amerîkayê da.
Li Kirman, Qum û Zahîdanê di protestoyên hemdem da dirûşmeyên wekî "Bimre Amerîka", "Qehr Bibe Îsraîl", "Qehr Bibin Kesên Dijî Welayetê Feqîh" gotin.
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) diyar kiribû ku di êrîşa li nêzî Balafirgeha Bexdayê hat kirin da Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê û Ebu Mehdî el-Mihendisê Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê hatin kuştin.
Ayetullah Elî Xameneyê serokê dînî yê Îranê piştî bûyerê di daxuyaniya xwe da gotibû, "Bi çûyîna wî karên ku wî dikirin ew ê nesekinin û rêya wî ew ê neyê girtin. Heyfeke mezin li benda sûcdaran e."
Xameney diyar kiribû ku li welêt ji bo 3 rojan şîn îlan kir, di dewsa Silêmanî da Tuxgeneral Îsmaîl Qaanî tayîn kiribû.