İbrahim Atmaca
11 Mijdar 2020•Rojanekirin: 11 Mijdar 2020
Ji ber ku Konseya Alimên Qidemdar ên Erebistana Siûdî, Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) a li Misrê weke rêxistina terorê îlan kir, teşkîlatê bertek nîşanî konseyê da.
Berdevkê Îxwanê Talat Fehmî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku Wezareta Karên Navxweyî ya Erebistana Siûdî jî berî niha biryareke bi vî rengî dabû û wiha dewam kir: "Îxwan terorîst nîne, teşkîlateke dewetkar û reformîst e."
Fehmî got, "Îxwana ku di 1928an da li Misrê hat avakirin, ji şîdet, teror û perçekirina ometê dûr e. Ji dîroka ku ava bûye heta niha şîretan li merivan dike ku vegerin Xwedê." û diyar kir Îxwan hemû îthamên Konseyê red dike.
Fehmî destnîşan kir ku Îxwan her wext bûye qurbana tundî û rejimên dîktator.
Ji Konseya Alimên Qidemdar duh daxuyaniya nivîskî hatibû dayîn û wiha hatibû gotin, "Îxwan Îslamê temsîl nake, ji rêya rast şehitî ye, dijî rêvebiran radibe, fitneyê derdixe, alîgirê şîdetê ye û komeke terorîst e."
Wezareta Karên Navxweyî ya Erebistana Siûdî di adara 2014an da Îxwan kiribû nav lîsteya rêxistinên terorê.