Muhammet Kurşun
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
MOSKOVA
Li Moskovaya paytextê Rûsyayê Meydana Sor a di tarîxa siyasî de binavûdeng e ji ber barîna zêde ya berfê spî bû.
Li Rûsyayê berf bênavber dibare û êvaran jî şiddeta xwe zêdetir dike.
Ji ber barîna zêde ya berfê paytext Moskova bi giştî û bi taybetî jî Meydana Sor a bajêr ku di tarîxa siyasî ya dinyayê de cihekî xwe yê giring heye spî bû.
Di encama berfê de dîmenên ciwan li Meydana Sor derketin holê û xelkê bajêr jî li vê qadê derket meşa şevê.