Sevim Hatun
26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2016
ERZURUM
Tê texmînkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê wê pileya hewayê 2-3 derece dakeve û berfê bibare.
Li gorî agahiya ku ji 12emîn û 13emîn midûriyetên herêmê yên Meteorolijiyê hatin hildan, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê wê hewa ewrayî û sayî be, danê nîvroyê li Qers, Erdexan û derdora wê baran û şilope bibare. Li cihê bilind ên herêmê berfê bibare. Herwiha tê texmînkirin ku li derdora Agirî, Îdirê baran, li herêmên bilind jî berf bibare; li Tûnceliyê jî wê ewr hebe.
Li Qersê bi şev pileya hewayê di bin sifirê de 2, li Erdexanê di bin sifirê de 1, Erziromê 1, Agiriyê 2, Îdirê 4, Tûnceliyê 7, Erzincanê 9 derece hat pîvandin.
Bi roj pileya hewayê wê li Qers û Erdexanê herî zêde 7, Agiriyê 10, Îdirê 11, Erziromê 12, Erzincanê 16 û Tûnceliyê 19 be.