08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2016
Muş
Otomobîlek li ser rêya Mûş û Qulpê di berfê da asê ma û 3 kes tê da asê man. Ekîban piştî xebata 3 saetan xwe gîhand wan û ew rizgar kirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, otomobîl ji Mûşê diçû Diyarbekirê û 3 kes tê da bûn, lê li texma Çiyayê Kozayê di berfê da cûm bû.
Welatiyên ku li wê deverê bûn, kirin û nekirin nikaribûn ku otomobîlê ji berfê derxin û li Cendirme û Midûriya Rewşa Afet û Acîlê ya Wîlayetê (AFAD) geriyan û alîkarî xwest.
Ekîb ji ber berf û pûkê piştî 3 saetan gihîştin welatiyan.
Otomobîl piştî xebateke dijwar bi destê leşker û ekîba AFADê ji nav berfê hat derxistin.
Vahît Karaboga got ku ew ê ji bo perçeyeke wesaîta xwe biçûya Diyarbekirê, lê 7 saet in ku di berfê da asê mane.
Karaboga got ku ew ji tirsa guran newêrîne ji wesaîtê dakevin û bi saya xebata ekîban hatine rizgarkirin.