HEWLÊR
Li Iraqê bi hezaran welatiyên ji Mûsilê ji ber pevçûnên di navbera Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û hêzên ewlehiyê de direvin Dihok û Hewlêrê.
Taybetî jî ji ber ku herêmên stratejîk dikevin destê DÎŞIyê gel herêmê diterikîne.
Ji duh êvarê de bi hezaran welatiyên ji Mûsilê ji ber pevçûnan direvin û bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin.
Li Hewlêrê polês, pêşmerge, berpirsiyarên tenduristiyê û saziyên civakî yên sivîl alîkariya kesên ku xwe dispêrin Hewlêrê dikin û nan û avê belavî penaberan dikin.
120 karkerên tirk gihêştin Hewlêrê
Ji bilî vê 120 karkerên tirk ên ku li Mûsilê dixebitîn xwe gihandin cihê ewlehiyê ya Hazerê ya ku li ser rêya Dihok û Hewlêrê ye. Karkeran bi otobêsan ve şandin Tirkiyeyê.
Cumhur Ozenê karker daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li ser daxwaza rayedarên şantiyeyê ji Mûsilê hatine.
Ozen diyar kir ku piştî ku ji sînorê Mûsilê derketine û bê nan û bê av mane û 25 kîlomêtro meşiyane û wiha got: "Piştî ku em gihêştin cihê kontrolê ya ewlehiyê, Xwedê ji birayên me yên kurd razî be, li vir nan û av dan me. Niha rewşa me baş e. Em dixwazin bi silametî vegerên welêt. Em 120 kes in."
"Em carê koçî derekê dikin"
Omer Hemzeyê ji Sûriyeyê jî destnîşan kir ku nêzî salek berê ji ber şerê li Sûriyeyê koçî Mûsilê kiriye.
Hemze diyar kir ku niha jî ji ber pevçûnên li Mûsilê koç dikin û wiha got: "Xwedê alî me bike. Me koçî Mûsilê kir, niha jî em hatin Hewlêrê. Em carê koçî derekê dikin."