Abdullah Tel
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 18 Gulan 2018
ANKARA
Qiymeta berên sotemeniyê yên ku ji rafîneriyê li nav welêt derdikeve bazarê dema ji ber bihayên neftê ya navneteweyî û zêdebûna kurên dowîzê biha bibe, bi qasî rêjeya ku biha bûye wê ji baca OTVyê bê daxistin.
Lê dema qiymeta neftê ji ber heman sedeman dabikeve jî wê demê jî rêjeya OTVyê li gor bihaya baca îro ku di rewacê da ye wê bê verastkirin.
Biryara Lijneya Wezîran a der barê mijarê da di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê.
Saziya Verastkirina Bazara Vejenê ya ku rêjeya OTVyê ya li ser benzîn, mazot û LPGyê diyar dike beriya ku sotemenî biçe ber destê bayiyan bihayê kifş dike.
Li gor biryarê dema ku di qada navnateweyî da û yan jî ji ber zêdebûna kurên dowîzê sotemenî biha bibe wê çaxê bi qasî bihabûnê wê ji rêjeya OTVê erzanî bê kirin.