22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Muhiyîdîn Elî Qeredaxî li Mizgefta Fatîhê daxuyanî da û diyar kir ku serokên umeta Îslamê û kesên xwedîşeref hewldana derbeyê ya li Tirkiyeyê ji nêz va dişopînin.
Qeredaxî destnîşan kir ku ji ber bûyera pêk hat tirseke mezin qewimî û wiha pê da çû: "Lê Xwedê ji bo mumînan ewlehî û silametî hiştiye û îman û tebat ji bo debarê daye wan. Gunehkar û piştgirên wan jî bi tevî hêrsên wan va ji hemû xêran mehrûm hiştine. Alimên Îslamê yên ku welatên wan û yekîneyên wan cihê cihê ne jî ji bo minet û fazîletê hemû şikir û methên xweş ji Xwedê ra dikin. Em bi tenê ji Xwedê dixwazin ku nîmetê daye temam bike, Tirkiyeyê biparêze û hemû şer û xerabiyan ji ser Tirkiyeyê û welatên Îslamê yên din dûr bixe."
- "Alim vê têkoşîna ku gelê Tirkiyeyê ji bo biserneketina derbeyê da teqdîr dikin"
Qeredaxî ragihand ku Tirkiye û gelê wê bi îzna Xwedê va ji vê komployê xilas bûn û wiha dewam kir: "Aliman çawa ku derbeyên sucdar ên li Misir, Yemen û welatên din ên Îslamê li hemberî azadiya gelên li welatên Îslamê hatin kirin, şermezar kir ev derbe jî qebûl nekir û şermezar kirin. Alim vê têkoşîna ku gelê Tirkiyeyê ji bo biserneketina derbeyê da teqdîr dikin. Partiyên siyasî yên ku hemû îxtilaf bi alîkî va danîn û li îradeya gel xwedî derketin û em vê jî pîroz dikin."
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Qeredaxî ji sûreta Enfalê ayet xwend û got ku alimên umetê durûtiya welatên Rojavayê yên li hemberî bûyerên li Tirkiye û welatên din ên Îslamê diqewimin radixin pêş çavan, şermezar dikin û wiha pê da çû: "Rojava ji aliyekî va li hemberî zilm û qirkirinên derbekaran bêdeng dimîne û li aliyê din jî prosedorên dadgehê yên ku Tirkiye û hikûmetên din birêva dibin şermezar dike. Bi vê hewldanê va hedef ne bi tenê Komara Tirkiyeyê û gelê wê ye, berevajiyê vê hedef hemû alema Îslamê û hêzên wê ne."
Qeredaxî di dawiya xeberdana xwe da dia kir û got ku Xwedê Tirkiyeyê biparêze.