19 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2016
HELEB
Balafirên şer ên hêzên koalîsyona bi pêşîkêşiya DYAyê yên ku li dijî DAEŞa rêxistina terorê hat avakirin êrîşa hewayî bir ser Tuhara gundê Munbîca navçeya Helebê. Li gor agahiyên ewil 85 sivîl ji ber êrîşa balafirên koalîsyonê can dan.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda balafirên şer ên koalîsyonê êrîşî ser taxên Tuhara gundê Munbîcê kirin. Di êrîşê da li gor agahî û tespîtên ewil jin û zarok jî di nav da 85 sivîl hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn.
Wisa tê texmînkirin ku wê hejmara miriyan zêde bibe.
Li Munbîc û derdora wê bi qasî du mehan e ku di navbera hêzên Koalîsyona Erebên Sûriyeyê (KES) û DAEŞa rêxistina terorê da şer dest pê kiriye û hê jî dewam dike.