28 Sibat 2019•Rojanekirin: 01 Adar 2019
Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Protestoyên 2018an a Xezeyê ragihand, binpêkirinên eskerên Îsraîlê yên di xwepêşandanên aştiyane yên "Meşa Vegera Mezin" ku par li ser sînorê Xezeyê dorpêçkirî hatin lidarxistin da dibe ku bikeve çarçoveya sûcê şer û sûcên dijî mirovahiyê.
Par li ser pejirandina Konseya Ewlekariyê ya NYyê, ji bo lêkolînkirina bûyerên li Xezeyê di meha gulanê da komîsyon hatibû damezirandin. Rapora ku bi destê vê komîsyonê hat amadekirin, di civîna çapemeniyê ya li Ofîsa NYyê li Cenevreyê da hat eşkerekirin.
Serokê Komîsyonê Santiago Canton ku ji Arjantînê ye û pisporê mafên mirovan e, der heqê raporê da wiha got, "Sedemên maqûl ên Komîsyonê hene ku pê bawer bike, eskerên Îsraîlê di 'Meşa Mezin a Adarê' da li dijî mafên mirovan ên navneteweyî û hiqûqa însanî da kiryarên binpêkirinê kirin. Ji van binpêkirinan dibe ku hinek jê bikevin çarçoveya sûcê şer û sûcên dijî mirovahiyê."
Di rapora ku dîroka ji 30ê Adarê heya 31ê Berfanbara 2018an dihewîne da wiha hat gotin, "Binpêkirinên ku Îsraîlê par li dijî Filistîniyên li Xezeyê kirin, dibe ku bikeve çarçoveya sûcê şer û sûcên dijî mirovahiyê. Der heqê eskerên Îsraîlê ku bi qestî gule berdan sivîlên Filistînî û 189 jê şehîd kirin da divê bi awayekî bilez lêpirsîn were destpêkirin."
Di raporê da herwiha hat diyarkirin, ji Filistîniyên ku hatin kuştin 183 jê bi guleyên rasteqîn hatin kuştin, dîsa 6 hezar û 106 Filistînî jî bi guleyên rasteqîn birîndar bûn.
Rapora ku bi destê Komîsyona Lêpirsînê ya NYyê hat amdekirin, dê 18ê adarê di Rûniştina 40emîn a Konseya Mafên Mirovan ku li Ofîsa NYyê li Cenevreyê didome da were pêşkêşkirin.