Abdullah Tel
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
KUALA LUMPUR
Zuleyha Kamaruddîna Rektora Zanîngeha Îslamê ya Malezyayê ya Navneteweyî (IIUM) biryara Amerîkayê ya der barê Qudsê da wekî "sedema neheqiyê" binav kir.
Rektora IIUMê Kamaruddînê der barê biryara Amerîkayê ya ku Qudsê wekî paytextê Îsraîlê qebûl kir da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku statuya Qudsê gelek caran hatiye rojevê lê Serokê Amerîkayê Donald Trump di 6 kanûnê da " bi quretî û xemsarî" Qudsa ji bo hemû dînan girîng e wek paytextê Îsraîlê îlan kir.
Kamaruddînê got: "Trump bi daxuyaniya xwe li dijî hiqûqa navneteweyî tevgeriya û di heman demê da jî tu pese bi raya giştî ya dinyayê nekir."
Biryara ku Lijneya Giştîya Neteweyên Yekbûyî li dijî biryara Amerîkayê da jî di rojeva Kamaruddînê da cih girt û ew wiha pê da çû: "Di dîrokê da biryarên wiha gelek in. Ew biryara Amerîkayê zirareke telafiya wê ne mimkun e dide pêvajoya aştiyê û di Lijneya Giştî ya NYê da hat pelçiqandin û redkirin. Hat tescîlkirin ku ew biryar li dijî hiqûqa navneteweyî ye."
- Bangewazî ji bo çar aliyê dinyayê
Kamaruddînê bangî çar aliyê dinyayê kir ku bila li hemberî vê biryara neheq bibin yek û wiha pê da çû: "Wekî dewlet nasnekirina Filistînê di vê dinyaya nû da bingeha hemû bêedaletiyan e. Wekî paytextê Îsraîlê qebûlkirinan Qudsê jî bingeha vê bêedaletiyê ye. Hemû welatên ku li dinyayê aştî û edaletê diparêzin ji bo bêedaletiya li ser Filistînê tê sepandin rakin divê bên bal hev û li dijî çalakiya wê hêza xurt a pozbilind bisekinin."