Önder Beyter,İbrahim Atmaca,Abdullah Tel
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
ANKARA
Piştî biryara binîqaş a Serokê Amerîkayê Donald Trump a der heqê Qudsê da Guatemalayê jî biryar wergirt ku balyozxaneya xwe veguhezîne Qudsê. Piştî vê biryarê, nîqaşa berê ya "komarên mûzê" ya ku di serî da Guatemala ji bo welatên ku ji giravan pêk tên û ji aliyê siyasî va bêîstiqrar in, li hemberî midaxeleya leşkerî qels in û herwiha di warê aboriyê da bi derva va girêdayî ne tê emilandin, cardin gur bû.
Ligel welatên ku ji giravan pêk tên yên ku Amerîka di têkoşîna qeweta kurewî da wan wekî baregeh diemilîne, anku welatên wekî Guatemala yên ku ji sala 1950yan vir va duçarî derbeyên aborî û siyasî dibin û herwiha ji ber ku nikarin bi awayekî serbixwe tevbigerin wekî "komara mûzê" tên pênasekirin.
Li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmaya dijî biryara Trump a der heqê Qudsê da ya ku bi hewldana Tirkiyeyê va hat amadekirin, ji ber gefên Amerîkayê 7 welatan dengê "nexêr" dabû. Ji ber vê yekê nîqaşa "komara mûzê" cardin hat rojevê.
Têgeha komara mûzê, piştî ku eşkere bûbû rola şîrketa amerîkayî "United Fruit Company" di bûyerên siyasî yên li Amerîkaya Navîn da heye, ketibû termînolojiya siyasî.
Welatên mîna Guatemala, Honduras, Giravên Marshall, Mikronezya, Nauru, Togo û Palau yên ku li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dengê "nexêr" dan, di qada navneteweyî da wekî wan welatan tên zanîn ku ji aliyê siyasî va bêîstiqrar in, li hemberî midaxeleya leşkerî qels in û herwiha di warê aboriyê da jî gelekî xizan in.
Piraniya welatên ku dengê "na" dan, ew welatên piçûk ên giravan ên li pasîfîkê ne ku hevkarê wanê herî girîng ê bazirganiyê Amerîka ye.
Ev welatên ku ji xeynî dahatên tûrîzmê bi temamî bi Amerîkayê va girêdayî ne, bi veberhênanên Amerîkayî va li ser piyan dimînin.
- Piraniya penaberên guatemalayî li Amerîkayê dixebitin
Guatemala û Honduras ji welatên herî feqîr ên Amerîkaya Navîn û Başûr in û li van welatan piraniya kesên xebatkar li derveyî welêt û piraniya wan jî li Amerîkayê dixebitin.
Guatemala berê mêtingeha Împaratoriya Îspanyaya Berê bû û di 1821an da serxwebûna xwe qezenc kir û ji wê demê vir va bi Amerîkayê ra têkiliya wê ya bazirganî û eskerî xurt e.
Ji çar milyonan zêdetir kesên ku li welat dijîn, bi pereyê ku penaberên guatemalayî yên li Amerîkayê dijîn va debara xwe dikin. Ji sedî 12 nifûsa welêt di bin sînorê feqîriyê da dijîn û bnifûsa welêt bi tevahî 16 milyon e. Ji bo welêt piştgiriya fînansal a penaberên ku li Amerîkayê dijîn, pir girîng e.
- Hêza siyasî ya Amerîkayê
Amerîka li ser şirketên ku bazirganiya mûzan dike ra li welatên navborî hêza xwe ya siyasî didomîne.
CIAya servîsa îstixbaratê ya Amerîkayê di belgeyên ku weşandin da rola United Fruit Companya şirketa Amerîkayê ya ku li Guatemalayê di pêvajoya derbeya leşkerî ya ku di 1954an da çêbû, derxist holê. Wê demê piştî derbeyê Carlos Castillo Armasê ku Amerîka piştgiriyê didê anîbûn serê cuntaya eskerî.
- Cihê ceribandina biyolojîk a Amerîkayê
Hatibû eşkerekirin ku Amerîka li Guatemalaya welatê Amerîkaya Navîn pisporên ji Amerîkayê li ser hezar û 300 jinên ketine rêyên xerab, mehkûmên girtîgehê û kesên dîn frengiya dizî diceribandin.
Serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama di sala 2011î da ji ber ceribandina dizî ya ku eskerên piştsist jî tevlî hatibûn kirin, têlefonî Serokê Dewleta Guatemalayê Alvaro Colom kiribû û piştî 70 salan şûn va ji welêt lêborîn xwest. Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê ya wê heyamê Hillary Clinton û Wezîra Xizmetên Sihet û Mirovahiyê ya wê heyamê Katleen Sebelius jî ragihandibûn ku ew ji wê ceribandina bi dizî hatiye kirin fedî dikin.
- Di qada eskerî da hebûna Amerîkayê ya li wan deran
Li piraniya wan welatên ku raya na dan baregehên eskerî yên Amerîkayê hene.
Ji wan welatan baregehên eskerî yên Amerîkayê li Guatemala, Honduras, Giravên Marshallê û Nauruyê hene û ji bo gelek welatan jî di qada eskerî da alîkariya fînansê dide.
Trump beriya dengdayîna ji bo pêşnûmaya Qudsê ya di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî dabû û welatên ku piştgirî nedin biryara Amerîkayê wê li wan "alîkariyên madî bên birîn" tehdît kiribû.
Biryara ku bi hewla Tirkiyeyê hat amadekirin û biryara Trump qebûl nekir ji 128 welatan biryara erê hilda, 7 welat jî tevlî Îsraîl û Amerîkayê tevgeriyan û gotn na.