QAHIRE
Li Misrê dev ji doza ku ji bo Hemasê tevlî "lîsteya rêxistinên terorê" bikin berdan.
Semîr Sebriyê ku sala para ji bo ku Hemasê tevlî "lîsteya rêxistinên terorê" bikin doz vekiribû di daxuyaniya xwe da wiha got: "Ji ber ku ew ê li ber rola pêşengiya Misrê ya li hevkirina dosyeya Filistînê da tengasiyan derxe, ez dev ji doza ku min li Dadgeha Karên Lezgîn vekiribû berdidim.
Dadgeha Karên Lezgîn a Qahireyê di 28ê sibatê da biryar dabû ku Hemas wek rêxistina terorê bê qebûlkirin. Heman dadgehê di 31ê rêbandanê da der heqê Lîwayên Îzeddîn El-Qassam a şaxa çekdar a Hemasê da biryareke wiha dabû. Dadgehê daxwaza temyîzê ya "Lijneya Dozên Dewletê" nirxandibû û do biryar dabû ku doz di 28ê adarê da bê dîtin.