WASHINGTON
Rejîma Sûriyê çekên kîmyewî bi kar anî û Amerîka jî ji ber vê dixwaze ku mûdaxaleya leşkerî bibe li ser Sûriyê. Birêvebiriya Obama jî ji bo ku endamên kongreyê qani bike, xebatên xwe didomîne.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)yê Barack Obama roja şemiyê ji bo qanikirinê bi hin endamên kongreyê re li ser telefonê axivî. Tê çaverekirin ku Obama îro û sibê jî bi endamên kongreyê re xeber bide. Alîkarê Serokê DYAyê Joe Biden jî ji bo ku endaman qani bike, xebatên xwe li ser telefonê didomîne.
Ji xeynî vê heyeta ewlehiya neteweyî ya Qesra Spî jî bi endamên kongreyê ku vegeriyan Washîngtonê re civînek pêk anî û tê çaverekirin ku di nav heftê de jî civînên bidizîka, bi endamên kongreyê re dê bên lidarxistin.
Tê çaverekirin ku Komîteya Hêzên Biçek yên Senatoyê û Komîteya Têkiliyên Derve yên Senatoyê jî dê civînek li dar bixin.
Obama biryara xwe ya ji bo mudaxaleyê ji kongreyê re got, lê ji Meclisa Nûneran û endamên Senatoyê wek hev li vê biryarê nanêrin.
Hin endamên Demokrat yên li dijî şer daxwaza ku Obama dike, pir berfireh dibînin û li hemberî mudaxaleya biherawayî ne. Hin Endamên Komarparêz jî rayeya mudaxaleya leşkerî ya bisînor û berwext kêm dibînin û dixwazin piştgiriyê bidin.
Gelek endamên Kongreyê yên ku bi şerê Iraqê jî xwediyê tecrûbe ne, dixwazin ku Birêvebiriya Obama der barê hûrgiliyên çekên kîmyewî de ku rejîma Esed bi kar anîye, agahiyên berfirehtir parve bikin.
Di 9ê îlonê de kongre vedibe û ji bo qanikirinê jî xebatên birêvebiriya Obama bi kêr hatiye yan na dê di wê demê de çêtir bê fêhmkirin.