Muhammet Kurşun
15 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
ANKARA
Serokê Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Bro rexneyên li êrişên PYDyê girtin û got: "Em zêdetir nikarin li hemberî vê zilma PYDyê xwe bigirin. Divê Leşkerê Roj biçe Rojava. Her çawa dibe bila bibe divê Pêşmerge here Rojava. Lewra eger Pêşmerge neçe dê Rojavayek bê kurd bimîne. Dê hemû kurdan ji wir vala bikin. PYD ajendaya hinekan bicî dike. Dixwaze Rojava vala bike. Em vê qebûl nakin.
Rêxistina terorî PYD îro li Rojava dest bi girtina avahiyên ENKSyê kir û îro 5 ji wan daxistin. Bro di daxuyaniya xwe ya li ser malpera resmî ya PDKyê der barê zextên PYDyê û vegera Pêşmerge de nirxandinên giring kirin.
- "Divê Leşkerê Roj îdî vegere"
Bro diyar kir ku dema vegera Pêşmerge hatiye û di zûtirîn demê de lazim e here Sûriyê:
"Eger Leşkerê Roj venegere dê PYD, Rojava ji kurdan xalî bike. Loma her çi dibe bila bibe divê Pêşmerge di zûtirîn demê de biçe."
Bro bal kişand ser zilm û zoriya PYDyê li ser partiyên wan û valakirina kurdan ji herêmê û got:
"PYDyê do êvarî êrişî baregeha partiya me li Qamişloyê kir. Malzemeyên di hundirê wê de şikandine û belawela kirine. Li Amûdê jî êrişî ser ofîsa ENKSyê kirin û daxistin. Li Dêrikê û Hesekeyê jî heman tişt kirin. Piştre baregehên PDK-S, Partiya Yekîtiya Kurd û Yekîtiya Ciwanên Kurd, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Jinên Kurdistanê daxistin."
Bro der barê girtina avahiyan û revandina xelkê de jî wiha agahî dan:
"PYDyê biryar daye ku hemû avahiyên me li Rojava bigire. Bi vê jî namînin bi ser malan de digirin û xelkê direvînin. Ev êrişên nemeşrû li hemberî xelkê me yê mezlûm berdewam e.
- "Du rê li ber me hene"
Herwiha destnîşan kir ku PYD her diçe zexta xwe zêdetir dike û wiha pê de çû:
"Êrişî ser malbatên pêşmergeyan dikin û gefan li wan dixwin ku eger zarokên wan dev ji pêşmergetiyê bernedin dê tiştên xerab bi serê wan de bînin."
Bro bal kişand ser terora PKKyê ya li Tirkiyê û wiha axivî:
"PKK/PYD wek bajarên kurdan ên li Tirkiyê dixwaze pêşeroja xelkê Rojava jî têk bibe. PKKyê mala kurdan li Tirkiyê wêran kir, ajawe-anarşî durist kir û jiyan têk da, eynî tiştî dixwaze li Sûriyê jî bike. Eynî tiştî li Şengalê jî dixwazin bibin Herêma Kurdistanê. Ev plana Îran û Sûriyê ye ya li dijî kurdan hatiye hazirkirin."
Li ser vegera Pêşmergeyê Rojava û demê jî wiha nirxandin kir:
"Em zêdetir nikarin li hemberî vê zilma PYDyê xwe bigirin. Divê Leşkerê Roj biçe Rojava. Her çawa dibe bila bibe divê Pêşmerge here Rojava. Lewra eger Pêşmerge neçe dê Rojavayek bê kurd bimîne. Dê hemû kurdan ji wir vala bikin. PYD ajendaya hinekan bicî dike. Dixwaze Rojava vala bike. Em vê qebûl nakin."
Herî dawîn anî ziman ku tenê 2 rê li ber wan in, an dê herêmê vala bikin an jî dê Pêşmerge vegere:
"Du rê li ber me hene. Yan divê Pêşmerge vegere Rojava û em berpirsiyariyê bigirin stûyê xwe yan na dê PYD Rojava ji Kurdan xalî bike. Divê em rêyeke hilbijêrin. Herwiha divê em çareyekê bibînin ku Pêşmerge vegere Sûriyê."