Abdullah Tel
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê beriya biryara hilbijartinê ya li Tirkiyeyê hat dayîn, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan vexwend û ev yek jî tiştekî pir asayî ye.
Wezîr Çavuşoglu beşdarî A Haberê bû û di weşana zindî da mijarên di rojevê da nirxand û pirsên jê hatin kirin bersivand.
Serokwezîra Almanyayê Merkelê vexwendî şandibû pey Serokomar Erdogan û jê xwestibû ku bila Almanyayê ziyaret bike û ev yek ji Çavuşoglu hat pirsîn û wî jî got: "Şansolyeyek nameya dawetê nade destê wezîrê karên derva. Eslê meseleyê ev e. Serokomarê me di hevdîtina dawîn a ji ser têlefonê ya him bi (Frank-Walter) Steinmeier û him jî bi Merkelê ra kir da serdana serokomarê me ya ji bo Almanyayê hat xeberdan û wan jî got ku ji bo Almanyayê ew li bendê ne. Wê demê hê jî biryara hilbijartinê nehatibû dayîn."
Wezîr Çavuşoglu destnîşan kir ku wî silavên Serokomar Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yilidirim bi xwe ji Merkelê ra bir û wiha pê da çû: "Wê jî got ku ew ê piştî hilbijartinê ji bo serdana Serokomar Erdogan planan bikin. Lê negot daweta fermî ye. Ji ber vê jî ev berdewamiya mijara ku berê jî li serê qise hatibû kirin e. Ev jî heta bêjî tiştekî asayî ye. Ji bo serokwezîrekê jî tiştekî pir asayî ye ku bibêje 'piştî hilbijartinê em li benda ziyareta Serokomar in. Bila li tiştekî din negerin.'