06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
MÛSIL
Li rojavayê Mûsilê pevçûnên di navbera milîtanên DEAŞa rêxistina terorê û artêşa Iraqê da car caran dewam dike û li hêrêmên hatine rizgarkirin jî "zirar û xisareke mezin" balê dikişîne.
Hêzên Iraqê piştî operasyonên qederê 6 meh ajot qismeke mezin ya keleha dawîn a DEAŞê ya li rojvayê Mûsilê bi dest xistin, lê li "Mûsila Berê" li hin tax û herêman pevçûn dewam dikin.
Ekîba AAyê çû hin herêmên Mûsila Berê yên li nêzî çemê Dicleyê ne û gelek sivîl lê hatin kuştin. Ekîba AAyê li taxên hê pevçûn dewam dikin jî dîmenên "zirar û xisara mezin" kişandin.
Li herêmê kuçeyên teng hene û meriv nikare bi wesaîtan hereket bike. Li herêmên kavil bûne sivîl jî tên dîtin. Di bin kavilan da cinaze tên dîtin û ji ber cinazeyên rizî bûne bêhn li derdorê belav dibe.
- Miemeleya milîtanên DEAŞê bi wan dikin
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li Mûsila kevn ku di destê DEAŞê da ye, 20 hezar sivîl li malên xwe mehsûr man.
Ji 17ê cotmehê roja destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê ji DEAŞê vir va sivîlên ku di malên xwe da mehsûr man, di şert û mercên pir dijwar da pêdawîstiyên xwe yên zad û zexîre, ava vexwariyê bîter dikin.
Ji aliyekî din va kêşeyên sivîlan ne tenê ev yek e. Tê destnîşankirin hêzên ewlekariyê yên ku kuçe bi kuçe pêşva diçin, ji malbatên ku xwe spartin zemînê xaniyan dipirsin, "hûn çima nerevîn" û miemeleya milîtanên DEAŞê bi wan dikin.
Malbatên ku tên rizgarkirin bi piranî li mizgeftan tên komkirin û paşê wekî jin û mêr dabeşî 2 grûban dikin û pirsan ji wan dipirsin.
Ji jinan der heqê "mêrê wan" da pirsan dikin û herwiha sebebê heya niha mayîna wan a di malê da dipirsin.
Naxwazin li konbajaran bi cî bibin
Ji bo sivîlên ku ji Mûsilê revîn li herêmên ewledar ên bajêr 12 qampên penaberan hatin avakirin. Ji bo sivîlên li rojavayê bajêr li Hemam el- Alil û Qeyyara bajarokên 30 kîlometreyî dûrî navendê qam hatine avakirin.
Li herêmê germahiya hewayê digijîje 50 pileyî û penaber tengasiyeke mezin dikişînin. Welatiyên ji Mûsilê ji ber ku ceyran tê birîn li konbajaran namînin, derbasî cem eqrebeyên xwe yên li rojhilatê bajêr dibin.
- Hêzên Iraqê 180 metreyî dûrî Çemê Dicleyê ne
Wek mayîn Tumgeneral Ebdilwehab Sadiyê li Fermandariya Operasyonên Hevpar wezîfeyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di kuçeyên teng da dora endamên DEAŞê pêçane. Sadî destnîşan kir ku hêzên Iraqê hindik ma bigihîjin Çemê Dicleyê, di navbera wan û çêm da 180 metre maye."