Lejla Biogradlija,Sanela Crnovrsanin
08 Hezîran 2021•Rojanekirin: 09 Hezîran 2021
Mekanîzmaya Rezîduel a Dadgehên Cezayê ya Navneteweyî (IRMCT) ya ku li bajarê Lahêya Hollandayê ye, cezayê hetahetayî yê Ratko Mladîc yê bi nasnavê "Qesabê Bosnayê" pesend kir.
Di doza Mladîcê serekê Sirbên Bosnayê de ya ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Yugoslavyayê (ICTY) ya berê sala 2017an de ji bo wî cezayê hebsa hetahetayî dabû, biryara nîhaî hat eşkerekirin.
IRMCTê cezayê ku berê derbarê Mladîc de hatibû dayin pesend kir û serlêdana temyîzê ya Mladîc jî red kir.