Ethem Emre Özcan
09 Hezîran 2021•Rojanekirin: 09 Hezîran 2021
Rejima Beşar Esed îdia kir, Îsraîlê êrîş birin ser paytextê Sûriyeyê Şamê û bajarê Humsê yê li navîna welêt.
Di nûçeya deqîqeya dawîn a ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê da hat îdiakirin ku Îsraîlê êrîş bi ser Şamê. Di nûçeyê da hat diyarkirin, li Şamê dengên pir bilind hatin bihîstin û wiha hat gotin, "Pergalên me yên parastina asîmanî bersivê didin hedefên dijmin ên Îsraîlê."
Qanala têlevîzyonê ya rejimê El-Îxbariye Es-Sûriyeyê jî îdia kir, ji hêla qada asîmanî ya Libnanê li dijî Humsê bi heman awayî êrîş hat kirin.
Ji Îsraîlê li ser mijarê heta niha tu daxuyanî nehat dayîn.
Li Şam û Humsê ji xeynî artêşa rejimê, ciyên eskerî yên komên terorîst ên biyanî yên di emrê Pasdarên Şoreşa Îranê da hene.