Alaattin Doğru
08 Hezîran 2021•Rojanekirin: 09 Hezîran 2021
Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê di dema ziyareta xwe ya li herêma Dromeyê rastî êrişê hat û şîqam avêtin wî.
Serokomar Macronê derketiya gera welêt li bajarê Tain-l'Hermitageyê dema çû serdana lîseya turîzm û otêlvaniyê û nêzî ciyê qelebalixî lê ye bû û xwest destê hin kesan bigire.
Kesê ku Serokomar nêzî wî bû bi destekî milê Macron girt û bi destê din jî şîqam avêtê.
Di dîmenan da tê dîtin ku kesê şîqamê diavêje tiştekî dibêje û baş nayê fehmkirin lê axaftina wî bi hevoka "Kehr li Macroniyê bikeve" diqede.
Parêzkerên Macron demildest mudaxaleyî bûyerê dikin.
Qesra Elyseeyê jî piştrast kir ku bûyer wek "êrîşa bi şîqam" çêbûye.
Çapemeniya Fransayê jî ragihand ku der barê bûyerê da 2 kes hatine binçavkirin.