Nihat Kavşut
06 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2018
CEZAYÎR
Cezayîrê ji bona îadekirina arşîva neteweyî û hestiyên serê berxwedêrên Cezayîrê ku li Parîsê di muzeyekê da tên nîşan serî li meqamên fermî yên Fransayê xist.
Li gor nûçeya APSya ajansa nûçeyan ya Cezayîrê ku ji Balyozxaneya Parîsê ya Cezayîrê hatiye hildan Evdilqadir el-Mesahilê Wezîrê Karên Derva yê Cezayîrê ji Balyozxeya Parîsê xwest ku ji bona îadekirina arşîva neteweyî û hestiyên serê berxwedêrên Cezayîrê ku li Parîsê 200 sal e di Muzeya Însanan ya Parîsê da tên nîşan serî li meqamên fermî yên Fransayê bixin.
Li gor agahiyan Evdilqadir Mesduwayê Balyozê Parîsê ya Cezayîrê ji bona mijarê daxwaza fermî da Jean-Yves Le Drianê Wezîrê Karên Derva yê Fransayê.
Televizyona 24 Franceyê cotmeha sala par raporek weşandibû. Li gor raporê ji 18 hezar hestiyên serî yên li Muzeya Însanan ya Parîsê nasnameya 500 hestiyan hatine tesbîtkirin. Li gor raporê 37 hestiyên serî yên berxwedêrên Cezayîrê ne ku di sedsala 19an da hêzên Fransayê Cezayîr dagir dikin hatine kuştin û serê wan hatine jêkirin.
Rêvebiriya Cezayîrê dibêje Fransayê di salên 1830-1962an da 18 hezar wesîqeyên dema Dewleta Osmanî yên salên 1518-1830an birine.