Fatih Gazioğlu
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Endamên Şaxa Ciwanan ya Stenbolê ya CHPê qetlîma Îsraîlê ya ku li Xezeyê protesto kir.
Koma ciwanên CHPyîyan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê ya Stenbolê kombûn û li dijî Îsraîlê dirûşmên wekî "Îsraîla kujer ji Filistînê derkeve", "Gelê Filistînê bitenê nîne" berz kirin.
Serokê Şaxa Ciwanên CHPê ya Stenbolê Burkay Duzce daxuyaniyek da û got ku Îsraîl dewleteke terorê yê û ew êrîşa Îsraîlê ya duh li Xezeyê dijî gelê Filistînê kirin şermezar dikin. Duzce wiha got:
"Em îro bona protestokirina van bênamusên ku êdî bûne helîna terorê hatin vê derê. Em wekî ciwanên vî welatî yên ku her dem aştî, biratî û wekheviya welêt û dinyayê diparêzin îro jî ligel gelê Filistînê ne."
Duzce got ku ew ê heta dûmahiyê vê têkoşîna gelê Filistîniyan ya mafdar wê biparêzin û wiha axivî:
"Xeze ev çend salin di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye. Şerîaya Rojava hatiye xirab kirin. Hêzên ku îro dixwazin Qudsê xesp bikin û li aliyê Amerîkayê û hêzên rojavayî disekinin bila bizanin ku mezlûmên li herêmê dijîn tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Doza Filistînê tu carî divê ji siyasetê re nebe melzeme. Divê hesabê xwîna ku li 'Marmaraya Şîn' hatibû rêtin jî were pirskirin û xwîna wan şehîdan li erdê nemîne."