Haydar Şahin
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
KIRKLARELİ
Daholvanên qasidên wextê paşîvê yên meha Remezanê îşev dest bi mesaiya xwe ya ewil dikin.
Li Kirklareliyê hin daholvan li malên xwe hin daholvan jî bi komî maniyan dixwînin û ji bo paşîvê amadehiyan dikin.
Daholvanên ku provayên xwe yên dawîn dikin ew ê îşev wextê paşîvê derkevin kûçe û kolanan.
Racî Îtîkê ku bi salan e daholvaniyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev kar ji kal û bavê wî jê ra wekî mîrat maye û daholvaniya Remezanê bi kêfxweşî dike.
Îtîk got ku defvaniya Remezanê hunereke cuda ye, ji bo dengê dihola paşîvê xweş were guhan dibê welatiyan bi maniyan ji xewê rakin.
Îtîk got bi awayê herî baş ji bo paşîvê xwe amade dikin, bi daholvanên din ra tên ba hev daholên xwe akort dikin, maniyan ji ber dikin û wiha pê da çû:
"Em karê kal û bavên xwe didomînin. Em li ser rêya wan in. Bavê min 55 salan daholvaniya Remezanê kir. Dahola remezanê wekî dahola remezanê tê lêdan. Me berê çiwal li nigên xwe girê dida û di berf û baranê da ji bavê xwe ra çira digerand.
Em dizanin ku li kîjan kuçeyî deng dernexin, li kîjan kuçeyî bi dengê bilind li daholê nexin, li kîjan malî nexwş heye. Bi tenê dengderxistin nîne. Tê herî li daholê bixî, dema lembe hat vêxistin jî ji wê derê herî. Li kuçeyeke din dibe zarokê yekî xweş be, tê li gor vê deng derxî. Daholvaniya Remezanê ji bo me mîrat e."
Yilmaz Demirorenê daholvan jî got ku wekî 20 sal in bo meha Remezanê amadehiyê dikin îsal jî amadehî kirin.
Demiroren got ku ev kar ji kalikê xwe hîn bûye û bi kêfxweşî didomîne, bi kelecanî li benda paşîvê ne.