Abdullah Tel
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
WASHINGTON
Serokomar Recep Tayîp Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya Îngilistanê da li Londonê hevpeyvîn da Bloomberg TVyê û mijarên wek aboriya Tirkiyeyê û hilbijartina 24ê hezîranê nirxand.
Serokomar Erdogan der barê polîtîkayên pere da got: "Hûn serokê dewletê ne. Milet di mijara polîtîkayên pere da kê berpirs dibîne? Ew ê vê ji serok bipirsin û em jî mecbûr in ku profîla Serokê di mijara polîtîkaya pere da xwedî tesîr e, nîşan bidin."
- "Yê dewletê birêva dibe hesab dide welatiyan"
Serokomar di hevpeyvîna xwe da bal kişand ser pergala Serokatiyê û wiha pê da çû: "Ev yek her çiqas hin kesan aciz bike jî em ji bo vê mecbûr in lewra yê dewletê birêva dibe hesab dide miletê. Ev gavên ku em di vê mijarê da diavêjin bi armanca ku bila hin kes aciz bibin nayên avêtin. Lê em ê ji bo parastina berjewendiyên Tirkiyeyê van gavan biavêjin û ji bo parastina berjewendiyên welêt çi hewce bike, emê bikin."
- Têkîliyên bi Bankeya Navendî ra
Ji Serokomar Erdogan hat pirsîn ku gelo têkîliya bi Bankeya Navendî ra wê çawa dewam bike û wî jî wiha bersiv da: "Niha bi Bankeya Navendî ra têkîliya me heye, ji niha pê va jî wê bi heman şêweyê dewam bike. Em di rêvebirina welêt da nû nînin û wezîfeyê nû hilnadin ser xwe lewra 16 sal e ku bênavber em welêt birêva dibin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ew ê wek serok di polîtîkayên pere da roleke bitesîrtir raxe pêş çavan û rêvebirina li ser polîtîkayên pere ku di pergala kurewî da çawa ye heman polîtîkayê li Tirkiyeyê jî birêva dibin û ewê bibin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Serokomar ragihand ku ew bi tu awayekî naxwazin welêt di mijarekê da têk biçe û wiha pê da çû: "Nêrîna vê rêvebirinê li Amerîkayê çibe, li Ewropayê çibe li Tirkiyeyê jî wê bi heman awayî be. Tiştekî ku ji bo wan li gor rê û rêzikan be li gor me dereqanûnî nîne. Bila herkes vê yekê wiha bizanibe. Em ê gavên xwe jî li gor vê biavêjin. Em ê tu carê nehêlin ku welatê me zirarê bibîne."