Haydar Şahin
30 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2019
Bi dehan Cihuyên fanatîk ên polêsên Îsraîlê bi wan ra hevalrêtî kirin ketin hewşa Mescida Eqsayê ya li herêma Bajarê Kevn a li Qudsa Rojhilat a dagirkirî.
Di daxuyaniya nivîskî ya Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê da hat diyarkirin ku 140 Cihuyên fanatîk bi parastina polêsên Îsraîlê ji Deriyê Mexrîbê (Fas) yê li başûrê rojavayê Mescida Eqsayê ra komkomî derbas bûn û avêtin ser Herêma Şerîf.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji koma ketin Herêma Şerîf 80 kes xwendekarên xwendingeha dînî bûn, 12 kes jî wezifedarên îstixbarata Îsraîlê bûn.
Wekî mayîn di dîmenên çapemeniya herêmî weşandin da hat dîtin ku polêsên Îsraîlê Cihuyê fanatîk ên hewl didan li dorberê Deriyê Rihmetê yê li rojhilatê Mescida Eqsayê ayîna Talmudîk bikin ji Herêma Şerîf derdixin, welatiyên Filistînê yên li qadê jî tekbîran tînin û bertekê nîşan didin.
Cihuyên fanatîk hin caran bi polêsên Îsraîlê ra şebeqê û piştî nîvro dikevin hewşa Mescida Eqsayê. Ev rewş li herêmê gelek caran dibe sedema rageşiyê û gengeşiya di navbera welatiyên Filistînê û polêsên Îsraîlê da.
- Desthilatdariya Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê tê binpêkirin
Li gor peymana di 26ê cotmeha 1994an da di navbera Îsraîl û Urdinê da hatibû îmzekirin Mescida Eqsayê û weqfên li Qudsê di hîmayeya Wezareta Miqedesat, Karên Îslamî û Weqfan a Urdinê da ne.
Cihuyên berê li gor destûra Weqfên Îslamî ya Qudsê Mescida Eqsayê ziyaret dikirin ji sala 2003yan vir da di çarçoveya biryara yekalî ya Îsraîlê ya ku desthilatdariya Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê binpê dike da bi polêsên Îsraîlê ra dikevin mabeda pîroz a Mislimanan.
Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê vê biryara yekalî ya meqamên Îsraîlê nas nake, ketinên wiha yên desthilatdariya Mislimanan binpê dikin wekî avêtina ser dinirxîne.
Mescida Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat a Îsraîlê dagir kiriye ji bo Mislimanan ciyekî taybet e lewra qubleya ewil a Mislimanan e.
Cihû jî îdia dikin ku di binê Kuliyeya Mescida Eqsayê da qaşo "xirbeyên Mabeda Silêman hene" û ji ber vê li herêmê vekolanê dikin û dibêjin mafê wan e ku li Mescida Eqsayê îbadetên xwe bikin.