Fatih Gazioğlu
22 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li ser têlefonê bi Sertaç Azîzê Wezîrê Karên Derva yê Pakistanê, Eyman es-Safadiyê Wezîrê Karên Derva yê Urdinê û Ebdulezîz Kamîlovê Wezîrê Karên Derva yê Ozbekistanê re axivî.
Li gorî agahiyên ku hatin hildan, Çavuşoglu bi wezîran re li ser meseleya Mescida Eqsayê û geşedanên li herêmê axivî.
Roja 14ê tîrmehê li pêşiya Mescida Eqsayê 3 filistîniyên ku tê îdiakirin êrişa çekdarî li dar xistibûn, hatibûn kuştin û 2 polêsên Îsraîlê jî miribûn. Piştî bûyerê Îsraîlê, Mescida Eqsayê girtibû û li vê derê destûra îbadetê nedabû. Piştra jî ji bo ziyaretan dedoktorên lêgerînê danîbûn ber derî.