Abdullah Tel
22 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2017
BOGOTA
Li Bogotaya paytexta Kolombiyayê misilmanan ji bo ku polîtîkaya dagirkeriyê û îxlalên Îsraîlê yên li ser Mescida Eqsayê bi dawî bibe dia kirin.
Misilmanên li paytexta Kolombiyayê di mescida Navenda Xebatên Îslamî ya Al Qurtubayê da ku ji bo nimêja îniyê kom bûbûn, piştî xutbeya ku qala giringîya Mescida Eqsayê kir, dia kirin.
Misilmanên li Bogotayê di diayên xwe da hêvî kirin ku îxlal û polîtîkaya dagirkeriya Îsraîlê yên li ser Mescida Eqsayê û Filistînê bi dawî bibin û pirsgirêkên di navbera misilmanan da jî hel bibin.
Mele Îlyas Merzûqî di xutbeyê da got ku perçebûna alema Îslamê, pirsgirêkên ku li Filistînê diqewimin bi xwe ra anî û herwiha ji bo ku dawî li van yekan bê jî divê misilman cudahiyên wek nijad, partî, hizb û fikrê daynin aliyekî û bi yekdengî tevbigerin.