NEW YORK
Serokwezîr Ahmet Davutoglu, di çarçoveya bernameya li New Yorkê de, li navenda giştî ya NYyê bi Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mûn re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê li dar xist.
Davutoglu li ser pirsa "Di bernameya ziyareta New Yorkê de mijara sereke aborî bû. Herwiha berî ziyareta we bi taybetî qala 'tundiya siyasî ya ser Bankeya Navendî' dihat kirin û dihat gotin ku ji ber vê tundiya li ser bankeyê qîmeta TL jî kêm bû. Gelo hûn bawer in ku piştî ziyareta we ev tabloya neyînî veguherîbe? Lewra ji aliyekî ve nirxandinên baş dikin ji aliyê din ve tê gotin ku we sermayedaran îqna nekiriye." wiha axivî:
-Ez bawer im ku hevdîtin baş derbas bû
"Ziyareta min a New Yorkê berê hatibû plankirin. Me di meha mijdar û kanûnê (2014) de 25 bernameyên berfireh ên veguherînê îlan kir. Ev bername di nav bernameyên ku di bin banê G20î hatin îlan kirin de bernameya herî berfireh bû. Li Tirkiyeyê serdemeke nû ya hemleya aboriyê dest pê kir. Armanca ziyareta me ev bû ku em der barê mijara stratejiya aboriyê ya Trikiyeyê de agahî bidin sermayedarên navneteweyî û bala sermayedaran bikşînin ser vê hemleya aboriyê ya li Tirkiyeyê. Me berî niha di meha rêbendanê de jî li Londrayê civîn kir, li Davosê civîn kir û piyê seyemîn ê wan civînan civîna New Yorkê bû. Em li vir digel Sekreterê Giştî yê NYyê li ser mijarên siyasî rawestiyan. Ez sibê li ser mijara şideta ser jinê, di Lijneya Giştî ya NY de diaxifim."
-Hemû sazî û yekeyên me tevdîr hildan
Davutoglu pirsa "Li Tirkiyeyê îro herî zêde li ser zêdebûna bihaya dolar tê axaftin. Mijara sereke ev e. Herwiha dolar jî pir tê sitandin. Hesab dikin ku dê dolar zêdetir bibe. Gelo hûn dikarin vê pêvajoyê binirxînin" wiha bersivand:
"Zêdebûna bihaya dolar berî hertiştî bi zêdebûna bihaya dolarê di dinyayê de ku li hemberî evro û pereyên din ên dinayê zêde bû re têkildar e. Mirov nikare tenê bi niqaşên li Tirkiyeyê çêdibin ve girê bide. Hemû sazî û yekeyên me li hemberî vêzêdebûnê tevdîran hildidin. Duh gava ku bihaya dolar zêde bû, ez bi serokê Bankeya Navendi re axivîm. Ku hewce bike helbet dê ji hemû aliyan ve tewdîr bên hildan, lê belê divê neyê ji bîr kirin ku ev zêdebûn di dinyayê de pêk hat û li ser Tirkiyeyê jî bandora wê heye."
-Operasyona Mûsilê
Serokwezîr Davutoglu li ser pirsa rojnameger a "Me ji bo operasyonê Mûsilê gotibû ku Tirkiye dê neçe û di eniyê de şer neke. Lê li gor agahiyan Wezîrê Parstina Neteweyî bi du frokeyên tîpa C-130yî çû Iraqê. Gelo di van firokeyan de çi heye, ev jî di çarçoveya alîkariya lojîstik de şandin?" got ku ev ziyaret tenê bi operasyona Mûsilê ve têkildar nîne û wiha dewam kir:
"Me ji zo ziyareta birêz Wezîrê Parastinê, dema ku Birêz Heyder Abadî Enqereyê ziyaret kiribû biryar dabû. Dîroka wê jî wê demê hatibû diyar kirin. Wê çaxê Wezîrê Parstinê yê Iraqê Ûbeydî daxwaza alîkariya lojîstik kiribû. Wekî ku hûn jî dibêjin malzemeyên di firokeyan de malzemeyên lojîstik bûn."
-Firokeya leşkerî ya li Konyayê ket
Serokwezîr Davutoglu li ser pirsa rojnameger a der heqê ketina firokeya tîpa F-4ê ya li KOnyayê ket de wiha axivî:
"Em piştî vê bûyera dilsoj bi Serokê Sererkaniyê re axivîn. Ez ji vir cardin dibêjim Xwedê rehma xwe li wan pîlotên me yên k udi bûyerê de cangorî bûn. Der barê bûyerê de Serokê me yê Sererkaniyêagahî dan me. Em di pêşerojê de li ser mijara bikaranîna F-4an bisekinin. Lê li gor agahiyên ewil ên ku dan min sedem ne balafirê sedem zehmetiyên vê perwerdeyê ye. Pêkan e k udi pêvajoya perverdeyê de bûyerên wiha pêk bên. Piştî ku ez vegerim Tirkiyeyê dê cardin li ser vê mijarê digel Serokê Sererkaniyê biaxifim û çi hewce bike dê bê kirin.”