11 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
ÎDLIB
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê yê ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji rêxistinên terorê YPG/PKK-DEAŞê hat rizgar kirin, xebatên xwe yên paqijkirina mayin û teqemeniyan didomînin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad navenda bajarokê Cindirêsê ku 20 kîlomêtro dûrî navenda Efrînê ye, di 8ê adarê da ji rêxistina terorê YPG/PKKê safî kiribû.
Li Cindirêsê piştî ku hin kuçe ji mayin û teqemeniyan hatin paqijkirin hin malbat vegeriyan malên xwe.
Peyamnêrên AAyê yên li herêmê cara yekemîn ji nêzîk va dîmenê Cindirêsê kişandin. Di dîmenên ku ji jor va hatin kişandin da dixuyê ku sivîl hêdî hêdî vedigerin Cindirêsê û li ser hin kuçeyan jî motosîklet û wesayîtên sivîlan dixuyên.
Di vê navberê da berdevkê Artêşa Nasir Mihemed Raşît û di bin sîwana Artêşa Azad da ye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ji bo ku sivîl bi ewle vegerin malên xwe, ew xebatên xwe yên paqijkirina mayin û teqemeniyan didomînin.
Raşît wiha xeberda, "Ji ber ku ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê û yekîtiya xaka Sûriyeyê tehdîd dike û herwiha zilmê li gelê herêmê dike, têkoşîna dijî rêxistina terorê armanca me ya hevpar e."
Raşît diyar kir ku wan piştî şerê kolanan, Cindirês ji rêxistina terorê YPG/PKKê paqij kir û wiha got, "Em ne ji bo dagirkirinê, em ji bo azadkirinê li vir in. Efrîn a Efrîniyan e."
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad bajarokê Cindirêsê ku ber bi rojavayê başûrê Efrînê dikeve, piştî şerê kolanan çar roj berê ji rêxistinên terorê safî kiribû.