Konseya Leşkerî li ser hesabê xwe yê Facebookê yê fermî danezan weşand û biryarên ku duh di civînê de dan daxuyand.
Di danezanê de wiha hat gotin:
"Ji bo selameta şoreşa Sûriyeyê ya muzafer û ji bo ku serokatiya sererkaniyê li hemberî canî (Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşşar Esed) û rêxistinên teror yên mutefiqê wî bi rê û rêbazeke nû bişopîne û operasyonên şer bidomîne, KLBê di 16.02.2014an de civîn kir û ev biryar da: Serokê Sererkaniyê Îdrîs ji peywira sererkantiyê hat hildan û Beşîr tayînî şûna wî bû. Alîkarê sererkan jî ji peywirê hat hildan û Albay Heysem Ufeysî tayînî şûna wî bû."