14 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2016
ANKARA
Şervanên li Başîqayê yên ku artêşa Tirkiyeyê perwerde kiribû ewê tevlî operasyona ji DEAŞa rêxistina terorê xilaskirina Mûsila bajarê Iraqê bibin. Şervanên li Başîqayê ewê bi artêşa Iraqê û pêşmergeyên Rêveberiya Herêma Kurdistanê ra tev bigerin.
Li gor agahiyên ku nûçeginaên AAyê ji çavkaniyên Iraqê û rayedarên ku beşdarî hevdîtinên di navbera Tirkiye û DYAyê bibûn sitandin, heke rewşeke derasayî çênebe operasonê di nav çend rojan da dest pê bike.
Di çarçoveya pîlana operasyona di kordinasyona DYAyê da pêşiyê hêzên Herêma Kurdistanê ewê li der û dora bajêr ber bi eniyan hemleyê bikin.
Şervanên ji Mûsilê yên ku artêşa Tirkiyeyê ji sala 2015an vir da li Başîqaya di kontrola Herêma Kurdistanê da perwerde dikir jî bi hêzên pêşmergeyan ra di heman demê da yan jî li pey wan tevlî hemleyê bibin.
Hêzên herêmî yên ku bi navê "Heşdû Wetanî" dihatin zanîn û pêr navê xwe guherandindin û kirin Nobedarên Nînovayê" ewê di bin banê Fermandariya Operasyona Mûsilê a ku generalekî ji Iraqê li serî ye da tevlî operasyonê bibin.
Çavkaniyên ku agahî dan AAyê diyar kirin ku di hevdîtina di navbera artêşa Iraqê û Fermandarê Nobedarên Nînovayê û waliyê berê yê Mûsilê Esîl Nuceyfî da li hev kirin ku hêzên li Başîqayê ewê li herêman neyên belavkirin û li gor pîlanê tev bigerin.
Li gor pîlana operasyonê, artêşa Iraqê û milîsên şiî ewê bi hêzên Herêma Kurdistanê û hêzên Nobedarên Nînovê ra di heman demê da yan jî di demeke nêzîk da ji aliyê Qayyareya li başûrê bajêr ra dest bi hemleyê bikin.
Bi vî awayî ba Mûsila navenda Nînovayê ew ê ji aliyên başûr, bakur û rojhilatê va bê dorpêçkirin.