Selen Valente Rasquinho
03 Nîsan 2024•Rojanekirin: 04 Nîsan 2024
BRUSSEL (AA) - Wezîrên Karên Derva yên NATOyê ji bo amadekariyên lûtkeya ku dê di tîrmehê da li baregaha wê ya Brukselê bê kirin, her wiha ji bo domandina alîkariyên ji bo Ukraynayê û pîrozbahiya 75emîn salvegera damezrandina NATOyê civiyan.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li baregeha NATOyê ya li Brukselê di vekirina yekemîn civîna salê ya Civîna Wezîrên Karên Derva da gotarek pêşkêş kir.
Stoltenberg bal kişand ser wê yekê ku ev yekemîn civîn e Swêd beşdar dibe û anî ziman ku rojeva wan a sereke ew ê amadekariyên Lûtkeya NATOyê be ku dê di tîrmehê da li Washingtonê bê kirin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê diyar kir ku dê hevpeyman li ser çareserkirina bêîstiqrariyê ya li Rojhilata Navîn jî gotûbêj bikin.
Civîna 2 rojî wê ji çapemeniyê ra girtî bê lidarxistin.
Di civînê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan nûnertiya Tirkiyeyê dike.