Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokwezîriyê di civîna hevdîtina bi Heyeta Mirovên Rîspî de axivî û got: "Pêvajoya çareseriyê neteweyî ye, xwemalî ye. Hûn dixwazin navê wê daynîn pirsgirêka kurdan, dixwazin daynîn pirsgirêka terorê; hûn behsa kîjan fikr û helwesta siyasî dikin û bikin, ev 12 sal e ku me ji bo çareseriya vê meseleyê her rê ceriband."
Davutoglu li ser pêvajoya çareseriyê sekinî û wiha got: "Bûyerên vê axiriyê da nîşan ku ne pêkan e mirov Til Abyadê ji Akçakaleyê, Sirûcê ji Kobanê, Nisêbînê ji Qamişloyê, Yayladagê ji Bayirbûcakê veqetîne."
Davutoglu wiha axivî:
"Di serî de pêvajoya çareseriyê neteweyî ye, xwemalî ye. Hûn dixwazin navê wê daynîn pirsgirêka kurdan, dixwazin daynîn pirsgirêka terorê; hûn behsa kîjan fikr û helwesta siyasî dikin û bikin, ev 12 sal e ku me ji bo çareseriya vê meseleyê her rê ceriband. Axaftina şoreşger ya Birêz Serokomarê me ya ku di 2005an de li Diyarbekirê kir tê bîra her kesî. Ji wê demê û pê ve me hewl da ku em ji aliyekê ve demokratîkbûnê saz bikin, ji bo her kesî mafê hemwelatîbûna wekhevî pêk bînin, ji bo mafê azadiya sergirtinê bigrin heta mafê welatiyên me yên elewî em xebitîn. Ji aliyekê ve jî em li ser rê û rêbazên herî rastir difikirîn."
Davutoglu destnîşan kir ku ji bo vê pêvajoyê her wezîrekî wezîfeyeke cuda hildaye ser milên xwe û wiha dewam kir: "
"5 sal berê hin tişt ne pêkan bûn, lê em ketin rîska siyasî û me hin pêvajo kirin dewrê. Ji hevdîtinên Îmraliyê bigrin heta hevdîtinên ku heyeta HDPê dike, bila her kes bi wijdanî bipirse. Yên ku ji hikûmet û dewletê tiştina hêvî dikin, bila lê binihêrin ku me kîjan tabû çawa şikênand û em derketin asta demokrasiyê û her tiştî nîqaş dikin."
Davutoglu got ku dewleta kurdan Komara Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû: "Çend roj berê ez bûm mêvanê kanaleke navneteweyî û wê derê li ser pirsekê min tiştek gotibû. 'Dewleta kurdan tuneye, kurd hewildana dewletekê didin.' Wê demê ez bibêjim; dewleta kurdan Dewleta Komara Tirkiyeyê ye."