Abdullah Tel
07 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin Gary Cohnê Serşêwirmendê aboriyê yê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji ber meseleya zêdekirina baca li ser pola û alumînyûmên îthalkirî dev ji wezîfeyê berda.
Cohn der barê xeberên li ser îstifakirina wî derketin daxuyaniyek weşand, îstifa xwe piştrast kir û wiha got: "Ji ber xizmeta bo vî welatî, reforma bacê ya dîrokî ya ku bi kêrî hemû Amerîkayiyan hat û sepandina polîtîkayên aboriyê yên ji bo mezinbûnê gelek serbilindim. Ez ji ber dayîna van firsendên hanê minetdarê Serok Trump im. Ji bo wî û rêveberiya wî serkeftinê dixwazim."
Ji ber îstifakirina Cohn jî Serok Trump daxuyanî weşand û tê da got: "Gary di rêvebirina polîtîkayên me da, di pêkanîna reformên bacê û aboriya Amerîkayê ji kapan xilaskirinê da karekî gelek hêja kir. Ew mirovekî hêja ye û ji ber xizmeta ku bo Amerîkayiyan kir ez jê ra spas dikim."
Trump ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand wê di demeke kurt da eşkere bike ku kî di şûna Cohn da wezîfedar kiriye.
Li gor nûçeyên di çapemeniyê da cih digirin sedema îstifakirina Cohn zêdekirina baca li ser pola û alumînyûmên îthalkirî ye.
Rêveberî dixwaze ku ji pola û alumînyûmên tên îthalkirin bac zêde bê stendin û ji ber hesabên li ser kar û zirara vê biryarê jî niqaş tên kirin.
Gary Cohn berê serokê Goldman Sachsê piştî ku bû Serşêwirmendê aboriyê yê Trump dev ji seroktiyê berdabû. Tê texmînkirin ku bi qasî 500 milyon dolarî mal û milkên Cohn heye û di rêveberiya Trump da ji kesên herî dewlemend yek jî ew bû.