22 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dest bi wezîfeya xwe kir, Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer jî civîna çapemeniyê ya ewil li dar xist.
Spicer 2 saet dereng hat civîna çapemeniyê û bi tund tevgeriya.
Berdevk Spicer bertek nîşanî tweeta nûçegihanê kovara Tîmeê ya ku dibêje "Trump piştî ku li Qesra Spî bi cih bû wêneyê Martin Luther King a li Ofîsa Gilover da rakirin." da.
Spicer diyar kir, ev parvekirin ji rastiyê dûr e, nûçegihan jî paşê parvekirin jê bir, lê nûçe li ser medyaya sosyal belav dibe û wiha got: "Ev tevgeke xelet e."
Spicer îdia kir, çapemeniya Amerîkayê hejmara kesên ku beşdarî merasima sondê ya Trump bûn, gelek kêm da nîşan û Spicer nûçeyên bi vî rengî ra got ku "xelet in û eyb e."
Spicer wiha axivî: "Li giştiyê dinyayê û li vê derê ev merasima dewrê heta niha qerebalixeke herî zêde bû, noqte. Ev bi qestî kirin ku destek pir kêm bibe."