Türkan Tosun
07 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump di lîsteya "herî dewlemendên dinyayê" a Forbesê de 200 nav rêza paş de çû û bû 766emîn.
Forbesê cara 31emîn "Lîsteya Milyarderan" eşkere kir.
Li gor lîsteya îsal serweta Serokê Amerîkayê Trump 400 milyon dolar kêm bû û bû 3,1 milyar dolar.
Trump berê di rêza 566emîn de bû, lê li gor lîsteya nû dakete rêza 766an.
Forbesê got ji ber ku di bazara xeyrîmenkulê ya New Yorkê de rekabet zêde bûye, mesrefên hiqûqê gelekî çêbûne û hin tesîsên golfê zirar kiriye, serweta Trump kêm bûye.
- Di rêza ewil de Bezos heye
Di Lîsteya Milyarderên Forbesê de Jeff Bezosê avakerê Amazonê di rêza yekem de ye û serweta wî jî 112 milyar dolar e.
Avakerê Mîcrosoftê Bîll Gatesê ku bi salane di rêza ewil de cih digirt 90 milyon dolar serweta xwe va di rêza duyem de cih girt.
Warren Buffettê xwediyê Berkshire Hathawayê jî bi 84 milyar dolar serveta xwe va bû sêyemîn.
Xwediyê Louîs Vuîttonê Bernard Arnault bi 72 milyar dolaran ve bû çaremîn, avakerê Facebookê Mark Zuckerberg jî bi 71 milyar dolar serveta xwe va bû pêncemîn.