Nihat Kavşut
07 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir di îtxalata pola ya Amerîkayê da para Çînê ji rêjeya ku li ser kaxez xuya dike zêdetir e û wiha got: "Dibêjin ji sedî 2yê polayê îdxal ji Çînê tê Amerîkayê, ev rast nîne. Çîn di ser dewletên din ra jî pola difiroşe Amerîkayê."
Trump piştî civîna bi Stefan Lofvenê Serokwezîrê Swêdê ra li Qesra Sipî daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da û pirsên rojnamevanan bersivandin.
Donald Trump li ser pirsa der heqê gumrukê da diyar kir piraniya dewletên din Amerîkayê sûîstimal dikin û got ez di vir da dewletên din sûcdar nakim, berpirsiyarî ya rêvebirên Amerîkayê ye.
Trump destnîşan kir dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) hin astengiyên ticarî datînin ber Amerîkayê û wiha got: "Lê ew wesayitên ku çêdikin bi rehetî îxracî Amerîkayê dikin. YE li hemberî me baş tevnagere û ji hêla ticarî va bêedaletî heye."
Donald Trump diyar kir ji bona polayê wê terîfeyên gumrukê deynin.
Trumpê Serokê Amerîkayê destnîşan kir di îdxalata pola ya Amerîkayê da para Çînê ji rêjeya ku li ser kaxez xuya dike zêdetir e û wiha got: "Dibêjin ji sedî 2yê polayê îdxal ji Çînê tê Amerîkayê, ev rast nîne. Çîn di ser dewletên din ra jî pola difiroşe Amerîkayê."
Donald Trump diyar kir parastina endustriya pola û alumînyumê ne tenê ji bona aboriyê ji bo ewlehiya neteweyî jî gelekî girîng e.
- Çîn di rêza 11an da ye
Li gor daneyên îdxalata 2017an ya IHS Global Trade Atlasê rêza dewletên pola difiroşin Amerîkayê û para wan wiha ye: Kanada (ji sedî 16), Brezîlya (ji sedî 13), Koreya Başûr (ji sedî 10), Meksîka (ji sedî 9), Rûsya (ji sedî 9), Tirkiye (ji sedî 7), Japonya (ji sedî 5), Tayvan (ji sedî 4), Almanya (ji sedî 3) û Hindistan (ji sedî 2).
Çîn jî li dinyayê di nav wan dewletan da ye ku herî zêde pola çêdike û di îdxalata ji bona Amerîkayê da piştî Hindistanê tê û di rêza 11an da ye.