Haydar Şahin
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Di rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) da hat diyarkirin ku par li Reqayê ji 150yî zêdetir sivîl hatin kuştin, berpirsiyarê kuştinê koalisyona di pêşengiya Amerîkayê da ye, koalisyon îdia dike ku di xwendingehê da milîtanên DEAŞê hebûn lêbelê di xwendingeha hat bombekirin da ji 200î zêdetir sivîl hebûn.
Rapora ku Komisyona Lêkolîna Sûriyeyê ya Xweser a Navneteweyî ya NYê bi 513 kesên şahid û mexdûrên şerê Sûriyeyê ra axivî û daneyên din amade kirin, îxlalkirina mafên mirovan ên di navbera tîrmeha 2017an û rêbendana 2018an da rayê dide. Di raporê da, îxlalkirina mafên mirovan ên bi destê koalisyona di pêşengiya Amerîkayê da û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) ya paravana PYD/PKKa rêxistina terorî hatine kirin hat eşkerekirin.
Di raporê da hat destnîşankirin ku li Reqaya ji DEAŞa rêxistina terorî hatibû xilaskirin hemû aliyan mafên mirovan îxlal kirine û cî dane îxlalên hêzên koalisyonê û HDSê.
Di raporê da hat diyarkirin ku hêzên koaliyona di pêşengiya Amerîkayê da par li Reqayê di rojê da kêmzêde 150 êrişên esmanî kirin, sivîlan bedelên mezin dan û gelek sivîl hatin kuştin. Komisyonê di raporê da diyar kir ku di 21ê adara 2017an da li Reqayê di xwendingehekê da ji 150yî zêdetir sivîl hatin kuştin, berpirsiyarê vê kuştinê koalisyona di pêşengiya Amerîkayê da ye.
Di raporê da hat diyarkirin ku hêzên koalisyonê îdia kirine ku di xwendigehê da 30 milîtanên DEAŞê hebûne. Komisyonê bal kişand ku rastî wisa nîne, di encama lêkolînê da derket holê ku di xwendingehê da milîtanên DEAŞê tunebûne.
NYê di rapora xwe da destnîşan kir ku li gor encama milaqata bi 12 kesan ra hat kirin ji sala 2012an vir da di wê xwendingehê da ji 200î zêdetir kesên ku ji cî û warên xwe hatine kirin dijîn, lêbelê di êrişê da ji 150yî zêdetir kes hatin kuştin.
Di raporê da cî dan îxlalên HDSa paravana PYD/PKKê û hat ragihandin ku HDS zarên kurîn û qîzîn ên 13 salî bi zorê dike şervan.
Tê gotin ku HDS ji malbatên vedigerin Til Ebyadê dixwaze ku mêrekî ji malê bi dildarî tevlî wan bibe, yên ku vê pêşniyazê qebûl nakin jî tên derdestkirin.