İbrahim Atmaca
23 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Wezareta Karên Derva ya Çînê ragihand, ew hêvî dikin mitabaqata ku Tirkiye û Rûsyayê di mijara Sûriyeyê da li ser hev kir, seba zêdetir kêmkirina rageşiya herêmê kêr were.
Berdevkê Wezaretê Hua Çunying li paytext Pekînê di civîna çapemeniyê ya rojane da li ser mitabaqata ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn li Soçiya bajarê Rûsyayê der heqê Sûriyeyê da li hev kirin wiha got, "Çîn hêvî dike ku peymana Tirkiye û Rûsyayê tansiyona herêmê kêmtir bike û kêr were."
Hua diyar kir, ew li bendê ne ku hemû aliyên têkildar hewl bidin ku desthilatdarî, serxwebûn û yekparetiya Sûriyeyê were parastin, ji bo pêşketina çareserkirina siyasî ya pirsgirêka Sûriyeyê bi hev ra hewl were dayîn da ku şert û merc çêbibin. Hua daxuyand, ew hêvî dikin ji bo ku bi terorîzmê ra bi biryardarî têkoşîn were dayîn, yekîtî çêbibe.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Putîn duh li Soçiya bajarê Rûsyayê hatibûn ba hev û der barê bakurê Sûriyeyê da mitebeqateke ji 10 xalan pêk tê îmze kiribûn.