23 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Posterên Abdullah Ocalanê serkeşê rêxistinê yên di avahî û navendên perwerdeya terorîstan ên bi Herekata Kaniya Aştiyê hatin sitandin da hatin dîtin îdiayên dibêjin YPG û PKK cuda ne yên welatên Rojavayî derew derdixin.
AAyê li Resuleyna di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da ji terorê hat paqijkirin dîmenên navendên rêxistina terorê bi kar anîne kişand.
Di dîmenan da li avahiyên wekî navendên perwerdeyê, qonax û ofsên hatine bikaranîn gelek posterên Abdullah Ocalanê serkeşê terorîstan tên dîtin.
Li qaşo navendên perwerdeyê li ser teregên wekî pirtûkxane hatine bikaranîn gelek pirtûkên serkêşê terorîstan tên dîtin.
Li avahiyan alayên YPG/PKKyê, wêneyên terorîstên hatine kuştin, dokumanên li ser çalakiyên fînansa rêxistinê jî balê dikişînin.
Di hin wêneyên terorîstên tê fehmkirin ku hatine kuştin da pîneyên PKKyê jî tên dîtin.
Hat ragihandin ku navenda qaşo perwerdeyê ji bo perwerdekirina terorîstên şaxa jinan hatiye bikaranîn.
Ligel hewlên Amerîkayê yên ji bo cudanîşandana YPG û PKKyê li gelek ciyên li rojhilatê Feratê ji terorîstan hatin xilaskirin wêneyên Abdullah Ocalanê serkêşê terorîstan hatibûn dîtin.
AAyê li Til Ebyada ji terorîstan hatibû paqijkirin 3 roj berê jî postera Ocalanê serkêşê terorê ya li pêşiya nexweşxaneya rêxistinê texrîb kiribû hatibû daliqandin weşandibû.