İbrahim Atmaca
01 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2018
ANKARA
Rêvebiriya Çînê wê hal û hereketên 1,43 milyar nifûsa xwe bişopîne û di bin sernava "pêbaweriya civakî" da rêz bike û pûanan bide wan. Di pergala ku Çîn wê ava bike da armanc ew e ku "kesayet li gor pûanê wan werin kifşkirin" û bi mekanîzmaya xelat û cezayê va di nav civakê da pêbawerî çêbe.
Konseya Dewleta Çînê di 2014an da bi navê "Bernameya Reşnivîsê ya Înşakirina Pergala Pêbaweriya Civakî" raporek weşandibû. Çarçoveya bernameya reşnivîsê navbera salên 2014 û 2020an e û bername li ser bingeha "Di civakê da pêbawerî nûwaze û pênebawerî jî rûreşî ye" hatibû avakirin. Cara ewil di vê raporê da danasîna "pûanê pêbaweriyê" hatibû kirin.
Tê plankirin ku pergaleke ku pûanan bide hemû welatî, fîrma û saziyên qamûyê were avakirin. Li gor planê heta sala 2020î ev pergal wê li her derê welêt were sepandin.
Li gor pergalê kesên pûanên wan zêde bin, wê xelatê bidin wan, kesên ku pûanên wan kêm bin, wan li "lîsteya reş" zêde dikin û ew rastî tengavkirinan tên.
Li gor rojnameya Global Timesa ku rojnameya fermî ya Partiya Komunîst a Çînê ye, projeyê li hin herêmên welêt dest pê kiriye û îsal di meha gulanê da 11 milyon û 140 hezar kesên ku ketine lîsteya reş, ceza xwarine û siwarbûna wan a balafirê hatiye qedexekirin, ya 4 milyon û 250 hezar kesan jî siwarbûna wan a trena bilez hatiye qedexekirin.
Di pergalê da li gor perexerckirin, bikaranîna medyaya civakî, heval heta li gor hereketên rûyê merivan jî pûanên merivan yên pêbaweriyê wê werin dayîn.
Bi naskirina rûyê merivan va kê ku di trafîkê da ji lembeya sor derbas bibe, pergal pûanê wan dixe, kesên ku li ser înternetê pîneyê binê zarokan bistîne jî dibe "kesayetê malbata berpirsiyar" û pûan qezenc dike.
Li Çînê hejmara kamerayên li qadên qamûyê 176 milyon e û tê payîn ku ev hejmara heta 2020î derxin du qatî.