Di pêşbirka Koma Dyê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Galatasaray û Anderlecht a tîma Belçîkayê hatin hemberî hev û nîva ewil a pêşbirkê 0 û 0 bi beramberî qediya.
Galatasaraya ku li mala xwe û li hemberî alîgirên xwe dest bi pêşkirkê kir, ji bo bi ser bikeve gelek hewl da. Lê di nîva ewil de ji bo her du tîman jî, encam neguherî û nîva ewil bi 0-0 qediya.
Di deqîqeya 52yemîn a nîva duyemîn de Anderlecht, bi lêdana Praet ve 1 û 0 bi pêş ket.
Pêşbirk heta deqîqeyên dawîn bi raseriya Anderlechtê dewam kir û Galatasarayê jî di deqîqeya 90+1î de, bi lêdana Bûrak Yilmaz ve skor kir 1 û 1.
Piştî vê golê pêşbirk bi dawî bû û her du tîm jî bi pûanekî razî bûn.